Du hunermendên kurd, ji aliyê hêzên emniyetî ên bajarê Sineyê ve hatin girtin

17:11 - 23 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Li gor Nawenda Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, “Roja Sêmiyê 20’ê Rezberê, hêzên îdareya Îtila’ata bajarê Sineyê, li ser riya “Bolwar”, a wî bajarî du hunermendên bi navê, Mêhdî Tewekolî û Mihemmed Ebdî desteser kirin, û heyanî îro jî, tu agahî ji çarenûsa wan nehatiye bidestxistin”.

Herwiha tê zanên ku, “Mêhdî Tewekolî,perwerdekerê warê wênegirtinê, û ser bi civata “sînemaya ciwanên Kurdistanê” ye, û berê jî çend pêşangeh di derbarê awareyên Îzîdî ên Şengal û Kobanî, di herêma Kurdistanê, di bajarê Sineyê de pêk aniye.Mihemed Ebdî hunermendê din yê hatî destebiser kirin jî, wênegir û xwandevan e.

Çavkaniya komeleya mafê mirovan a Kurdistanê, radigihîne: “Her çiqasî malbatên wan her du hunermendên kurd ,bona agahî wergirtinê ji zarokên xwe, çûnedadgeha navendî a ewlehiyê ,lê belê heyanî niha nehatiye zanîn, ku sebeba desteserkirina wan, her du hunermendan çî ye, û cihê ku têne ragirtin jî nayê zanîn.

Wênegirtin û hunermendî di tarîxê de yek ji wan huneran e, ku rastiyan derdixîne ber çav, ji ber vê yekê Komara Îslamiya Îranê, bona ku siyasetên xwe yên qirêj veşêre, hertim astengiyan ji hunermendên Kurd re derdixîne .