Du hunermendên Kurd bûne qurbaniyê Qezayeke terafîkê
22:17 - 23 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di nêzbûna birêveçûna konserta hunermendê navdar- Bîjen Kamkar li Mehabada rojhilatê Kurdistanê, di qezayeke terafîkê de hunermendekî Kurd jiyana xwe jidest da û yek jî bi tundî birîndar bû.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh çarşem 22`ê nîsanê, Erselan Qanê`zade -Hûnermendê alava muzîk a tembûr û xelkê mehabada rojhilatê Kurdstanê, li cadeya Tehran –Qezwîn a Îranê bi sedema qezaya terafîkê, jiyana xwe ji dest da.
Ew hunermendê Kurd endamê Orkêstêrê Fîlarmonîk a Mokryan li Mehabadê bû ku beriya mirnê hewldida xwe bo beşdarî kirin li Konserta Kamkaran amade bike.
Peyamnêrê Kurdpa li Mehabadê ragihan: Bi desema firotina bilîtên Konserta Bîjen Kamkaran, tevî qewimîna wê bûyera nexweş, konsertê bê lidarxist in.
Bi biryara hatî dayîn konserta hunerî ya Kamkaran ji îro bo heyamê du rojan dê li holeya “Wehdet” a Mehabadê birê ve here.
Pêwîste bê gotin di wê qezaya terafîkê de herwisa Selah Xizrî-…… Hunermendekî din yê Kurd ku di torombêla qelibî de bûye, bi tundî hatiye birîndar kirn û niha li nexweşxaneyê bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Erselan Qanizade ji hunermendên çalak yên Mehabadê bû ku ji sala 2010-2011`an, wek endamê Orkêstêra Fîlarmûnîk a Mokriyan hatibû qebûl kirin. Ji wî hunermendê Kurd çendîn berhemên giranbiha bi cih mane.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh çarşem 22`ê nîsanê, Erselan Qanê`zade -Hûnermendê alava muzîk a tembûr û xelkê mehabada rojhilatê Kurdstanê, li cadeya Tehran –Qezwîn a Îranê bi sedema qezaya terafîkê, jiyana xwe ji dest da.
Ew hunermendê Kurd endamê Orkêstêrê Fîlarmonîk a Mokryan li Mehabadê bû ku beriya mirnê hewldida xwe bo beşdarî kirin li Konserta Kamkaran amade bike.
Peyamnêrê Kurdpa li Mehabadê ragihan: Bi desema firotina bilîtên Konserta Bîjen Kamkaran, tevî qewimîna wê bûyera nexweş, konsertê bê lidarxist in.
Erselan Qanê`zade di qezaya terafîkê de jiyana xwe ji dest da û Selah Xizrî jî bi tundî birîndar bû
Orkêstêra Fîlarmûnîk a Mokriyan beriya niha bi 6 salan ji aliyê Kawe Feqîzade ve hatiye damezrandin.Bi biryara hatî dayîn konserta hunerî ya Kamkaran ji îro bo heyamê du rojan dê li holeya “Wehdet” a Mehabadê birê ve here.