Du hevweletiyên Kurd dawî bi jiyana xwe anîn

22:19 - 20 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd di bajarên wekî Şino û Kirmaşanê de, dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 27`ê Xermanana 1397`an (18`ê Îlonê) hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Necimedîn Şadfir” temen 32 salî û xelkê bajarê Şinoyê, bi sedema pirsigirêkên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Ji aliyekî din ve, hevwelatiyeke din a Kurd ya bi navê “Mujde Ezîmî” temen 30 salî xelka bajarê Îslamabad a rojava ya girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, roja Çarşemî rêkefta 28`ê Xermanana 1397`an (19`ê Îlonê) jî dawî bi jiyana xwe anî.

Ev hevweltiya Kurd ku, karmendê Hikûmtê bûye, xwe bi darvekiriye û dawî bi jiyana xwe aniye, û heya niha sedema xwekujiya wê hevwelatiya Kurd nehatiye zelalkirin.

Hin çavkaniyên xwechî (nefermî) sedema xwekujiya wê hevwelatiya Kurd, pirsigirêkên aborî dane zanîn.

Azad Kyan; Civaknas û mamostayê Zanîngeha Parîsê, “nebûna ewlehiya kar, ewlehiya takekesî û şaş çavnihêrîkirina pozitîv derheq pêşerojê de” sedemên muhim dane zanîn, bo navtêdana hevwelatiyan bo dawî anîna bi jiyana xwe.