Du hevwelatiyên Kurd li Selasa Bawecanî hatin desteserkirin

21:05 - 6 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd li bajarê Selasa Bawecanî a girêdaiy parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Du welatiyên Kurd yên bi navên Ebdula Ehmedî kurê Fêyzola û Zahid Mihemedî, kurê Husên xelkê, bajarê Selasa Bawecanî, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqî de, ev Du welatiyê Kurd du hefteyan berî niha ji aliyê hêzên îtila`atîê ve hatibûne desteserkirin, û bo azadiya demkî barmteya bi qasî 300 milyon Tûmenî ji van hatibû dawa kirin.

Vê çakaniya agehdar di vê derheqê de gotiye ku, ev du welatiyên Kurd bi tawana alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê hatine desteserkirin.

Heya belavbûna vê nûçeyê, derheq çarenivîsa van du welatiyên Kurd, tu zanyariyek berdest nine.