Du hevwelatiyên Kurd li bajarên Mehabad û Bokanê hatine destbiser kirin

21:40 - 1 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îtila`atê du hevwelatiyên Kurd yên xelkên bajarên Mehabad û Bokanê destbiserkirin û ev bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî raporta gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdopa”yê, roja Yekşemî 8`ê Rezberê (30`ê Îlonê) jina Kurd ya bi navê “Befirîn” xelkê gundê “Gug tepe” a girêdayî bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên Îtila`atê hate destbiser kirin.

Hevjînê wê hevwelatiya Kurd yê bi navê “Hesen Erting” roja Sêşemî, 3`ê Rezberê ji aliyê hêzên îtila`atê hatibû destbiser kirin.

Ew jina Kurd piştî destbiserkirinê bo cihekî nediyar veguhastine, û derheq çarenivîsa wê de jî, tu zanyariyek berdest tune ye.

Ji aliyekî din ve, roja Yekşemî 8`ê Rezberê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Qadir Husênzade” xelkê bajarê Bokanê, bi sedemên nediyar ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye destbiser kirin.

Tevî bidûreçûna malbata wî hevwelatiyê Kurd bo îdareya îtila`ata bajarê Bokanê, derheq çarenivîsa wî û tawanên vî de tu zanyaryek berdest nînin.