Du hevwelatiyên Kurd li bajarê Şinoyê hatine binçavkirin

14:43 - 5 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd yên xelkên bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaranê ve hatine binçavkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemî 13`ê Gelawêja 1397`an, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Yûsif Ehmedî” kurê “Ezîz” xelkê gundê “Taçînavê” a bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatiye binçavkirin, û ji bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gorî çavkaniya agehdar di vê derheqê de, ji çarenivîs û sedema binçavkirina vî hevwelatiyê Kurd tu zanyariyek ber dest nînin.

Her di vê pêwendiyê de, paşnîvroya roja Şemiyê 13`ê Gelawêjê hevwelatiyekî din yê Kurd yê bi navê “Kurûş Ezîzî” kurê “Mihemdemîn”, xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatiye binçavkirin.

Li gorî gotina çavkaniya agehdar di vê derheqê de, biryar wisa ye ku hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran wî hevwelatiyê Kurd ji bo girtîgeha îtila`ata Spaha Pasdaran ya li bajarê Urmiyê veguhêzin.

Ev çavkaniya agehdar dibêje ku: Malbata “Ezîzî” agehdarnebûna xwe derheqê sedema binçavkirina kurê xwe dane xuyakirin, û ji sedema binçavkirina navbirî jî tu zanyariyek li ber dest nîne.

Ev hevwelatiyê Kurd kurmamê “Hasil Ezîzî” giritiyê siyasî yê Kurd e, ku piştî azadbûnê, bi danîna barimteya bi qasî 200 milyon Tûmenî, derbazî yek ji welatên cîran yên Îranê bûye.

\"\"
Yûsif Ehmedî