Du hevwelatiyên Kurd li bajarê Îlamê, hatine destbiserkirin û qedera wan nediyar e

20:51 - 24 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd xelkê bajarê Îlamê, ev zêdeyî 50 rojan e ku ji aliyê Saziya Îtila`ata Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê ve, hatine destbiserkirin û çarenivîsa wan ne xûya ye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Hadî Baqirnjad” û “ Secad Feryadî” xelkê bajarê Îlamê, ew 50 roj in ku ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran ve, hatine destbiserkirin.

Li gorî gotina çavkanyeke agehdar di vê derheqê de, ev du hevwelatiyên Kurd du salan berî niha jî bo heyama 12 rojan ji aliyê hêzên îtila`atê ve, hatibûne destbiserkirin.

Herwisa vê çavkaniya agehdar di vê dergeqê de, daye xuyakirin ku: Ehmedelî, nêzîkî du mehan e ku ji tirsa destibiserkirinê nediyar e, û hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran, heftiyê du caran êrîşî ser mala bavê navbirî dikin, û piştî lêgerîna malê, gefa destbiserkirina endamên malbata Elî dixwin.

Wê çavkaniya agehdar herwisa zêde jî kiriye ku: Taya Yek ya birêvebirina cezaya dadweriya giştî û şoreş a bajarê Îlamê, destûra destibserkirina Ehmedelî daye.

Heya belavbûna vê nûçeyê, “Hadî Baqirnijad û Secad Feryadî” di girtîgehê de ne, û çarenivîsa wan nediyar e.