Du hevwelatiyên Kurd ji aliyê îdareya îtila`atê ve, hatin vexwandin

17:17 - 26 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd yên gundê “Hesen Noran” a girêdayê bajarê Şinoyê, ji aliyê îtila`ata wî bajarê ve, hatine gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, piştî êrîşkirina hêzên Spaha Pasdaranê bo ser merasima cejna Newroza “Hesen Noran” a girêdaiyî bajarê Şinoyê, du kes ji rûniştiyên wî gundî yên bi navên,“Mewlod Fethûlahî kurê Bayzîd û Silêman Dadistan kurê Se`idûn” ji aliyê îdareya îtila`atê ve hatine vexwandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar,ew du hevwelatiyên Kurd piştî lêkolînê hatine azadkirin, û hêzên îtila`atê dest ji ser telefonê wan de girtine.
Li gorî vê çavkaniyê, hêzên îtila`atê, herêmên şexsî yên xezin bûyî yên li ser telefona wan du hevwelatiyên Kurd jî vekolandine.

Her di vê derheqê de, roja Şemî 3`ê Xakelêweya 1398`an, 4 hevwelatiyên Kurd yên bi navên, “Hêyder Şêx Mihemedî, Mihemed Esi`edî, Hamid Reşîd Pak û Hemze Mam Qadirî” xelkên gundê Alî Abad a girêdayê bajarê Şinoyî, ji aliyê îdareya îtila`atê ve hatibûne vexwandin.

Ew 4 hevwelatiyên Kurd bi sedema amadebûna di nav rêûresima cejna Newrozê de, li gundê “Hesen Noran” a girêdayî bajarê Şinoyî, ji aliyê îdareya îtila`atê ve, hatibûne gazîkirin.

Roja Çarşemî 29`ê Reşemeha 1397`an, hêzên Spaha Pasdaran êrîşî ser cihê birêveçûna rêûresima cejna Newroza gundê “Hesen Noran” a girêdayî bajara Şinoyê kirin, û di navbera amadebûyan û hêzên Spaha Pasdaranê alozî derket.