Du hevwelatiyên Kurd bi 10 sal hepis hatin cezadan

20:49 - 5 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd yên xelkê devera “Mirgewer”, ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, bi 10 sal hepis hatin cezadan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, 2 hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Bêhzad Şasivar” kurê Mika`îl, û “Siyamend Şasivar” kurê Mistefa, û xelkê gundê Dize ya girêdaiy devera Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, her yek bi 5 sal hepis hatin cezadan.

Ew du hevewelatiyên Kurd, piştî sepandina cezaya dadgehê bi ser wan de, bi danîna barmteyê bi awayekî demkî heya dema lêkolîna dosiya wan li dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Urmiyê, hatine azadkirin.

Ew du hevwelatiyên Kurd, bi tohmeta “alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd yên Opozisîyona hikûmeta Îranê” hatine tawanbarkirin.

Ew 2 hevwelatiyên Kurd, li destpêka Befranbara sala 1397`an, li gumrika Hacî Umranê hatine desteserkirin, û bo îdareya bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Wezîfedarên para heraset yên gumrika Hacî Umranê, di dema vekolîna mobaîlên wan du hevwelatiyên Kurd, ev desteserkirbûn.

Despêka meha Rêbendana 1397`an, ew du hevwelatiyên Kurd, li dema desteserikirinê, ev bo heyama du mehan li girtîgeha îderya îtila`ata bajarê Urmiyê de xwedî kiribûn û piştire, bo girtîgeha bajarê Neqede hatibûne veguhastin.