Du hepsî di girtîgeha bajarê Urmiyê de bi tawana “kuştin” hatine îdamkirin

17:41 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2020

Sibêdeha îro duşemî 6ê Gelawêjê, du hepsî yên bi navên “Elî Ebdî” di benda 1-2 û “Emîr Husên” temen 24 sal di benda ciwan a girtîgeha bajarê Urmiyê de bi tawana “kuştin”, hatine îdamkirin.

Nûçegihaniya “Hêrana” di vê derheqê de ragihandiye: “Elî Ebdî 9 sal beriya niha bi tohmeta “qetil” hatibû binçvkirin û piştre bi îdamê hatibû cezadan, herwisa “Emîr Husên” 5 sal beriya niha bi tohmeta kuştina jina xwe di encama pirsgirikên malbatî, hatibû binçavkirin û bi îdamê hatibû cezadan.  

Roja yekşemî 5ê Gelawêjê, ew du hepsiyên ku bi îdamê hatibûne cezadan, bo cîbicîkirina cezayên wan bo odeya takekesî a girtîgeha bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.