Du hemwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhilat hatine îdamkirin

16:50 - 7 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di doma îdamkirina hemwelatiyên Kurd ên Rojhilatî, Dezgeha Dadwerî ya hikûmeta Îslamiya Îranê, di girtîgeha nawendî ya bajarê Kirmanşan û Selmasê de, du hemwelatiyên Kurd îdam kirin.

Li gorî nûçeya gihiştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, demjimêr 12’ê şeva Sêşemiyê 6’ê Çileya Pêşîn a 2016’an, cezaya îdamkirina hemwelatiyekî Kurd di girtîgeha nawendî ya bajarê Selmas a ser bi Parêzgeha Urmiyê de, birêve çû.

Nasnameya ew girtiyê ku hatiye bidarvekirin wehaye hatiye zanîn, “Elî Çartaq” kurê Bayram ku sala 1363’an, li gundê “QizilKend”a ser bi bajarê Selmasê hatiye dinê.

Ew girtiyê Kurd di sala 1390’an de, bi tavana kirîn û firotina madeyên hişbir, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Selmasê ve, cezaya îdamê bi ser de hate sepandin.

Herwiha li gorî rapora gihiştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, behs ji vê yekê tê kirin ku, ji roja Sêşemiyê ve, bona birêvebirina hukmê darvekirinê, Elî Çartaq bo odeya takekesî a girtîgeha Selmasê hatibû veguhaztin.

Herweha malbatên wan her du girtiyan dane zanîn ku, berpirsên girtîgehê ji wan re gotine, hûn dikarin weke cara daviyê zarokên xwe bibînin.

Li gor vê raporê, Elî Çartaq û çar hemwelatiyên din yên gundê “QizilKend”ê di sala 1390’an de, bi tavana kirîn û firotina madeyên hişbir hatine destbiser kirin.

Hêjayî base ye ku, ev çar hemwelatiyên Kurd, xwediyê bîr û baweriyên azadîxwazî û welatparêziyê bûne, lê belê hikûmeta Îslamî ya Îranê li bajarê Selmasê jî, weke hemû bajarên din ên Kurdistanê, ev du girtiyên xwedî baweriya welatparêzî, li jêr nave bazirganiya bi madeyên hişber, bidarvekirin.

Samî Mamendî, bextiyar Xalidî, Şoreş û Îrec Hamidî navê wan çar hemwelatiya ne ku Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, di meha berê de nûçeya darvekirina wan belav kirbû.

Herweha di roja 6’ê Çleya pêşîn a 2016’an, hemwelatiyê din yê Kurd bi navê “Elîekber Keremî” bi tavana “Qetil”ê di girtîgeha Dêzlava ya bajarê Kirmaşanê hatibû darvekirin.

Elîekber Keremî xelkê bajarê Kengaver a ser bi Parêzgeha Kirmaşanê ye ku di sala 1392’an de, di encama pirsgirêk û kêşeyên malbatî di gel kurmamê xwe, kurmamê xwe dikuje.

Eva di demekî de ye ku di sala 2015’an, di navbera 966 heyanî 1054 haletên darvekirinê di Îranê de hatine tomarkirin, ku eva jî asteke herî zêde ya darvekirinê di Îranê de ye.