Du hemwelatiyên Kurd li Kirmaşanê bûn goriyê mayînê

16:23 - 11 Gulan 2015
Ajansa kurdpa: Li Parêzgeha Kirmaşanê de, teqîna mayînekê li jêr tankerek av veguhestinê de, bûye sedema birîndarbûna du hemwelatiyên kurd yên wê parêzgehê.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja borî 9ê gulanê, kamiyona veguhastina avê li awahiya Newtşar a ser bi Parêzgeha Kirmaşanê kete ser mayînên çandî ên derdora rûbar û li encam de teqiya û xincî birîndarbûna ajotvan, musafirê tirombêlek din jî birîndar bû.

Tê gotin ew mayînên ku li serdema şerê 8 salî yê Îran û Îraqê de hatine çandin, li encama lehî (lêmişt)ê û hin sedemên din ve cihguher bûne û mayîna han jî her bi vê sedemê hatiye teqîn.

Gorî amarên Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka îsal ve heya niha 7 hevwelatiyên kurd tenê li parêzgeha Kirmaşanê de bi sedema teqîna mayîn û alavên din ên şer de hatine kuştin û birîndar kirin. Herweha li deverên kurdakinîcî ên Îranê de jî, hejmara kuştî û birîndaran bi 9 kes hatiye qeyd kirin.

Li nava wan qurabaniyên mayînan de 4 nûciwan û zarokek jî tên dîtin.

Di parêzgehên Îlam, Sine, Urmiye, Xûzistan û Kirmaşanê de zêdeyî 20 milyon mayîn hene û tê texmîn kirin ku li zêdeyî 2 hezar û 200 hektar zewiyên parêzgehên kurdakincî ên Îranê de mayîn hatibine çandin. Ji ber vê jî, Îran duyemîn welatê cîhanê derheq mayînên çandî de tê hejmartin û bi awayek normal, her roj sê kes li Îranê de dibine goriyên mayînên çandî.

Welatê Îranê heya niha amade nebûye ku peymannameya “Otawa” wajo bike. Gorî wê peymannameyê, dewletên şerdîtî (piştî derbasbûna 10 sal bi ser şer û pevçûnan re) erkdar in ku deverê ji mayînên çandî û alavên din ên şer paqij bikin.