Du hemwelatiyên Kurd ên Merîwanî serbarê heft mehan destbiserkirinê qedera wan ne xuya ye

14:01 - 23 Şibat 2012
Kurdpa: Du hemwelatiyên merîwanî heft mehe ku ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaatê ve hatine girtin, û heya niha jî tu kes ji rewşa wan agehdar nine.

Li gorî nûçeya ajansa Kurdpa: kawe Ferecî xelkê gundê Lencawa û Kawe Moradî xelkê gundê “Helîzawaya ser bi herêma Komasiya Merîwanê heyamê heft meha ye ku ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaata rejîma Îranê ve hatine girtin.

Ji dema girtina wan ve heya niha tu nûçeyek li ser qedera wan li ber dest de ne.