Du girtiyên Kurd ji Îtila’ata Urmiyê ve bo girtîgeha “Derya” ya wî bajarî hatin veguhaztin

18:27 - 10 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Du girtiyên Kurd ên xelkê bajarê Bokanê bi navên Metîn Xizrî û Husên Ehmedpûr, ku roja 15’ê Çiriya Paşîn a sala 2015’an hatine binçavkirin, ji Îdareya Îatila’ata Urmiyê ve bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatin veguhaztin.

Li gorî rapora gehiştî destê Ajansa Kurdpayê, ew du girtî piştî destbiserkirinê, heyamê 14 rojan di îdareya Îtila’ata bajarê Bokanê de hatin binçavkirin, û piştre bo îdareya Îtila’ata bajarê Urmiyê hatin veguhaztin, û piştî 37 rojan ku di îdareya Îtila’ata bajarê Urmiyê de hatibûn ragirtin, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, wate girtîgeha “Derya” hatin veguhaztin.

Tê zanîn ku ew du girtiyên Kurd bi tometa endametî di yek ji partiyên Kurdî de hatine binçavkirin.

Metîn Xizrî jidayîkbûyê sala 1988’an û Husên Ehmedpûr jî jidayîkbûyê sala 1990’î ye, û heya niha rêya girtina parêzer ji aliyê dezgehên dadweriya Komara Îslamî ve, bi wan nehatiye dayîn.

Her derheq bi vê keysê Ebdullah Mehmûdzade, Haşim Qudretî, Xosrew Ebdullah Bêygî û du kesên din bi navên Kawe û Morteza hatin binçavkirin, û piştre bi danîna kefaletê (Wesîqe) serbest hatin berdan.