Du girtiyên din ên kurd hatin darvekirin

16:04 - 9 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Berpirsiyarên girtîgeha Qurwe, hukmê îdama du hevwelatiyên kurd li girtîgeha wî bajarî de birêve birin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa Kurdpa, berbanga duh, sêşemî, 8’ê Çiriya Pêşîn a 2016’an, du girtiyên kurd li bajarê Qurwe de hatin îdamkirin.

Yek ji van hevwelatiyên kurd yê îdamkirî Mihemed Resûl Heyderî ye ku bi tawana ‘’Qesas’’ê hate darvekirin.

Herweha girtiyê din ê îdamkirî Babek Hesenzade yê xelkê Serdeştê bûye ku bi tawana madeyên bêhişker hatibû girtin.

Rêxistina mafên Mirov ya Îranê bi îdamkirina wan du hevwelatiyên kurd, bas ji medyayî nekirina darvekirina van du girtiyên kurd li ragihandinên hikûmetî de kiriye.

Berê jî wê nawenda mafê mirov di nûçeyekê de nav û nîşanê 14 ji 47 girtiyên darvekirî li bajarê Qurwe de belav kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku beşa herî zêde ya darvekiriyan li Îranê di ragihandinên fermî ên hikûmetî de nahê weşandin û bi beşek ji piroseya ‘’darvekirina nepenî’’ tê hejmartin.