Du girtiyê din li girtîgeha Yezdê hatine bidarvekirin

20:50 - 27 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Roja Duşemiyê berwarê 6’ê Rêbendanê du girtî ên girtîgeha Yezdê bi navên “Xalid Kurdî” kurê “Yarmihemed” û “Muslim Abariyan” kurê “Heyder”, bi tometa madeyên hişber hatin bidarvekirin.

Hate ragehandi ku her du girtî yê bidarvekirî di dema desteserkirinê de temnenê wan di bin 18 saliyê de bûye û 7 salan berî niha û di temenê 13 saliyê de li bajarê Yezdê hatine binaçavkirin.

Çavkaniykî haydar ragehand ku ev du girtî bê tawan bûne û, dema ku bo karkirinê ber bi bajarê Yezdê diçûn, kesekê din di otobûsê de hinek madeyên hiûber xistibû ber piyê wan.

Eva di demekê de ye ku rêxistina lêborîna navnetewî duh di raporekê de ragehand, ku bidarvekirina nûciwanan di Îranê de bi awayekî bilez ber bi zêdebûnê ve diçe û eva jî cihê nîgeraniyê ye.