Du girtî ên girtîgeha Urmiyê bi sedema Anfûlanzayê canê xwe jidest dan

22:26 - 9 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di girtîgeha Urmiyê de, Anfûlanza belav bûye û di encam de du girtiyan canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, di encama belavbûna Anfûlanzayê di girtîgeha Urmiyê de du girtiyan canê xwe jidest daye û, nûçeya han jî ji aliyê karbidestên girtîgehê û herweha nawenda nûçegihaniya çalakên mafên mirov ên Îranê ve jî, hatiye piştrastkirin.

Eva di demekê de ye ku girtiyên girtîgeha Urmiyê dibêjin ku, rêjeyek berçav girtî di girtîgeha Urmiyê de binçav in û li hember de, îmkanatên pizişkî ji hindik in.

Di heman demê de jî bas ji vê yekê tê kirin ku di girtîgeha Zahidanê de jî, wayrosa Anfûlanzayê belav bûye û di encam de, çend girtiyan canê xwe jidest daye.

Mereda Anfûlanza ya Beraz, eva heyameke ku di Îranê de belav bûye û di encam gelek hemwelatiyan canê xwe jidest daye û, karbidestên rejîmê jî berdewam dibêjin ku emê di demekî kurt de nesaxiya navbirî bixin bin kontrola xwe.