Du girtî bo cîbicîkirina cezaya îdamê bo odeya kesî hatine veguhastin

18:28 - 8 Nîsan 2021

Îro Pêncşemî 19`ê Xakelêwe, du girtiyên bi navên “Bayzîd Reşîdî” xelkê gundê “Kelhûr” yê ser bi devera navendî ya bajarê Urmiyê û “Yûsif Reşo Heştiyan” xelkê bajarê Urmiyê bo cîbicîkirina cezaya îdamê bo odeya kesî ya girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin.

Ew du girtiyane berê bi tohmeta “madeyên hişber” ji aliyê Dazgeha Dad a hikûmeta Îranê ve bi îdamê hatibûne cezadan.

Vê diçe hejmara veguhastiyan zêde be û Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di halê lipeyketina wê mijarê de ye.