Du endamên malbatekê hatine sizadan

20:50 - 14 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê, bi tometa nîşandana nerazîbûnê li hember dosiya xwekuştina “Ferînaz xosrewî” du sal sizaya hepsê bi ser jineke Kurd a xelkê bajarê Serdeştê de sepand.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 22`ê Sermawêza 1396`an, jina Kurd a xelkê bajarê Serdeştê, ya bi navê “Suhêyla Zubeyrî” temen 46 salî ji aliyê dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê ve, du sal sizaya hepsê bi ser de hate sepandin û di roja derbazîbûyî de ji bo girtîgeha bajarê Mehabadê hate şandin.

Li gora gotina çavkaniyeke haydar, ev jina Kurd, di 25`ê Cozerdana îsal de ji aliyê dadgeha Înqilab a Bajarê Urmiyê ve, ev hukma bi ser de hatiye sepandin, û bi dana barimteya (wesîqeya) 300 milyon Tûmenî bi awayê demkî hatibûn azadkirin, lê di roja Çarşemî 22`ê Sermawêzê de, ev jina Kur ji bo derbazkirina heyama hukmê ku bi ser de hatiye sepandin ji bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatiye şandin.

Ji aliyekî din ve, yek ji keçên “Suhêyla Zubeyrî” ya bi navê “Sefa Hesenpûr” ku bi hev re digel dayîka xwe ji aliyê dadgeha Înqilabê ve hatibûne dadgehîkirin, û ev jî 6 meh hukmê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin, û roja derbazbûyî ew keç û dayîka Kurd xelkên bajarê Serdeştê, bi hev re ji bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatine şandin.

Roja Duşemî 14`ê Banemera 1394`an, keça ciwan a Kurd ya xelkê bajarê Mehabadê, ya bi navê “Ferînaz Xosrewî” ku karsaza hotêl “Tara” a wî bajarî bû, ji bo parastina namûsa xwe û pêşîgirtin ji destdrêjiya yek ji destûpêwendiyên “Îdareya Îtila`at”ê xwe ji qata çarê a vê hotêlê de avêtibû xwarê, û di encamê de jî jiyan xwe ji dest dabû.