Du Endamên Malbatek Kurd li Kirmaşanê Di nava ava Çem de fetisîn

16:33 - 7 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Du endamên malbatek Kurd yên xelkê bajarê Kirmaşanê li dema seyranê de kevtine nav ava çem de û fetisîn.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa: Roja Înê berwar 5’ê Nîsana 2013’an du bira binavê “Ebûzer û Elî Wermezyar”temen 26 û 23 salî seva kevtine nav ava çemê nêzîk seyrangeha Bêstûn, fetisîn.

Çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Termê wan du birayan ji aliyê karmendên Îdareya Pêtroşimiya Kirmaşanê ji avê kêşane derê.

ji aliyek din 2 heftiyan beriya niha welatiyek din yê Kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê, binavê Newroz Necefî”temen 24 salî li bendava “Azadî a Gehwarê”a ser bi bajarê Dalaho fetisî.