Du dersxwanên Kurd tendîsa zêr ji Mecaristanê wergirtin

20:15 - 2 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Du dersxwanên Kurd xelkê bajarên Bokan û Mehabadê karîn ku tendîsa zêr, di festîvala navneteweyî ya “nîgarkêşiya zarokên nexweş” di Bûdapista Mecaristanê wergirin.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Tirîfe Mehmûd Kakî 14 salî xelkê Mehabadê û Êlîna Elyasî 9 salî xelkê Bokanê karîn di du desteyên temenî de, û di duyemîn gera vê pêşbaziyê de, serkevtinê bi dest bixin, û tendîsa zêr ya van pêşbaziyan bi navê xwe ve tomar bikin.

Di vê festîvalê de, 1300 berhem ji 24 welatên cîhanê ve beşdar bûn, ku tê de 12 berheman serkevtin bi dest xistin.

Ew festîval bi awayê salane bo wan zarokan bi rê ve diçe ku tûşî nexweşiyeke dirêjheyam bûne, yan ezmûna mana zêde di nexweşxaneyan de hene, û armanc ji birêvebirina van cure festîvalan jî handan û tûjkirina wan kesan e bona xebata li dijî nexweşiya wan, û hêvîdarbûna bi pêşerojê.