Du çiyagerrên Kurd bi sedema “Renî” yê canê xwe jidest dan

14:59 - 28 Kanûna Paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Bi sedema pêleke befrbarînê li Kurdistana Rojhilat, du çiyagerrên Kurd li bilindahiyên “Qolqole” ya ser bi bajarê Seqizê canê xwe jidest dan.

Li gorî nûçeya gehiştiye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, Roja Înê berwarê 27’ê Çileya Paşîn a 2017’an, demjimêr 2 yê piştî nivro, Çar çiyagerrên Kurd ku bona serketina biser çiyayê Qolqoleya bajarê Seqizê çûbûn, ketin bin Reniyê de û mixabin 2 ji wan canê xwe jidest dan.

Nûçegihanê Kurdpa yê li Bokanê ragehand ku, “Hejîr Qadriyan” û “Mihyedîn Selîmî” ew du çiyagerrên xelkê bajarê Bokanê ne ku bi sedema Reniyê canê xwe jidest dane û termê wan bo sardxaneya “Selahedîn” li bajar Banê hatine veguhaztin.

Eva di demekî de ye ku pêlekî befirbarînê Kurdistana Rojhilat girtiye pêşiya xwe, û li gorî nûçeyên Nawenda Nûçegihaniya Fers’ê, rêya pitir ji 200 gundên Kurdistanê li parêzgeha Sine hatiye daxistin ku, yek ji wan rêya Kamyaran Sewlawa ye.