Du ciwanên Kurd bi tawana alîgirîkirina ji yek ji partiyên Kurd hatne destbiserkirin

20:31 - 25 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê, du ciwanên Kurd yên xelkê bajarê Bane destbiser kirin, û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Şemiyê 3`ê Sermawezê, du ciwanên Kurd yên xelkê bajarê Bane, yên bi navên “Peyam Enwerî û Riza Meryemî”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine destbiserkirin.

Hêzên îtila`atê êrîşî ser mala şexsî ya van du hevwelatiyên Kurd kirine, û bi bê radestkirina belgeya qezayî ev destbisere kirine.

Ev du ciwanên Kurd piştî destbiserkirinê bo cihekî nediyar veguhastine, û çarenivîsa wan nediyar e.

Hêzên îtila`atê sebeba destbiserkirina wan du hevwelatiyên Kurd “alîgîkirina ji yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” ragehandine.