Du ciwanên bajarê Mihabadê hatin birîndarkirin

15:46 - 2 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Du ciwanên Kurd ên xelkê gundeke girêdayî bajarê Mehabadê, bi sedema gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî ên hikûmetê hatin birîndarkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 7`ê Xermanan, du ciwanê Kurd ên bi navên “Şaho Me`irûfî û Karwan Mei`rûfî” ên xelkê gundê “Gageşa Serê” a girêdayî bajarê Mehabadê, rastî teqekirina hêzên leşkerî hatin.

Ew du cewanên Kurd bi sedema gulereşandina rasteras a hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê, birîndar bûne û bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Mehabadê hatine veguhastin.

Hêzên leşkerî ên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê ew du ciwanên Kurd di dema vegerîna ji gundê “Mîrsê” û di despêka gundê “Gageş” dane ber guleyan û birîndar kirine.

Maşîna wan ciwanên Kurd bi sedema gulereşandina hêzên leşkerî rastî xisarê hatiye.

Heya niha zaniyariyeke hûr ji sedema gulereşandina hêzên leşkerî bi maşanîna wan du ciwanan re, ji ber dest nîne.