Du ciwan li Dîwanderê xwe kuştin

15:41 - 1 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Du ciwanên Dîwandereyî, di du bûyerên ciyawaz de, bi xwe darvekirinê dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, êvareya roja 29’ Çiriya Paşîn a 2014’an, termê keçeke 28 salî li bajarê Dîwandere a Rojhelatê Kurdistanê, bi awayekî bi darve mayî li mala wê de hat dîtin.

Heya niha sedemên xwe kuştina wê keça 28 salî a gundê “Zeferava” ya bajarê Dîwandere yê, nehatye zelal kirin.

Di wê peywendiyê de ciwanekî din ê bajarê nav birî, bi navê Mehdî temen 16 salî, ji riya bi xwe darve kirinê ve jina xwe winda kir.

Dê û bavên wî ciwanî ragihandin: Êvareya Yekşemî em çûbûn mêhwandariyê, piştî ku em wergeryane mal kurê me termekî darvekirî bû.

Li gorî şahîdan ciwanê 16 salî rewşa rûhî û revaniya wî nebaş bû û hertim hez bi tenê bûnê dikir(goşegîr bû).

Mehdî ê xwekuştî, ji malbateke hejar bû û di taxa Azadigan a Diewandereyê de rûdinişt.

Karzanên civakî, hejarî û bêkariyê wek sedemên sereke ên xwekuştina ciwanan dihesibînin.

Eva di demekê de ye ku ambargoyên aborî ên li ser hikûmeta Îranê û zêdebûna bêkaran, hejmara xwekuştina hemwelatiyan li gor salên borî bi çend qat zêde bûye.