Du çalakvanên jîngehparêz ên Kurd hatin xelatkirin

14:27 - 9 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Du çalakvanên alîgirên xweza û ekolojî li Paweya Rojhilatê Kurdistanê, pileya yekem û duyem a xelata milî bidest xist in.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 7`ê hezîranê di rê û resmekê de, xelata netewî a jîngehparêzî bi Muzefer Ebdî û Selahedîn Mîranî hat bexşîn.

Ew xelat di 4 beşên pisporî, birêveberî, rêxistin û saziyên bijartî yên dewletî, saziyên gel û şexsî hatine pêşkêş kirin.

Du çalakvanên jîngehparêz ên jor navên wan hatî destnîşan kirin, beriya niha bi 8 salan ligel çend kes ji xelkê gundê “Banevere”, bê tu alîkariyên hikûmî û alavên vemirandina agir, şewata daristanên “Bozîn”û “ Merxîl”kontirol kiribûn.

Di dema vemirandina wî agirî de, 3 hemwelatiyên bi navên Ebas, Nêimet û Behaedîn Fethî, jiyana xwe ji dest dabûn û ew du çalakvane jî bi tundî birîndar bibûn.

Darstanên “Bozîn” û “Merxîl”, bi panahiya zêdeyî 23 hezar hektarî metreyên çargoşe, ser beşa Bayêngan di sînorê Îran û Îraqê de bi cih bûye.

Wêne: Selahedîn Mîrzayî, çalakvanê jîngehparêz dema wergirtina xelata Milî de