Du Çalakên Siyasî mirexesî bi van hat dayin

12:48 - 18 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Du çalakên Siyasî yên Kurd û xelkê bajarê M_erîwanê bi danina barimteyê bo heyamê çend rojan mirexesî bi van hat dayin.

li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja Yekşem 16’ê Adara 2013’an du çalakên siyasî binavên “Elî Mehmûdî” û “Mihemed Xerîb almane” xelkê bajarê Merîwanê bi danina barimteya 100 û 150 miliyon timenî mirexesî bi wan hat dayîn û geriyane nav malbatên xwe.

\"11588.jpg\"
Elî Mehmûdî nivîskar û endamê navenda wêjeyî a bajarê Merîwanê ku berwar 27’ê Îlona sala 2009’an di mala xwe de hat girtin û piştî 100 rojan ragirtin di jûra takekesî a Îdareya Îttlat de bo zîndana bajarê Merîwanê hat şandin.

Berê jî Elîm Mehmûdî û Mihemed Xerîb Aşna bi tawan çalkiyên rojnamenivîsiyê û endametî di pertiyek Kurdî de her yek ji wan bi 4 heya 10 salan zîndanê hatibûn mehkûm kirin.