Du birayên xelk bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine destbiserkirin

16:11 - 9 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd yên xelk bajarê Pawe, ji aliyê hêzên îdarey îtila`ata vî bajarî ve hatine destbiserkirin û ji bo girtîgeha bajarê Sine hatine veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, çend rojan berî niha, du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Seywan û Kamyar Kemanger” kurê “Silêman” xelkê bajarê Kamyaranê ji aliyê hêzên îdarera îtila`ata bajarê Pawe hatine binçavkirin.

Ev du bira piştî binçavkirinê ji bo îdareya îtila`ata bajarê Sine veguhastin, û heyanî niha di girtîgehê de li jêr lêpirsînê de ne.

Yek ji kesên nêzîkî van du birayên Kurd ê xelkê Kamyaranê bêagehdarbûna xwe derheqê binçavkirina van du hevwelatiyên Kurd daye zanîn.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, “Seywan û Kamyar Kemanger” di girtîgeha îdareya îtila`ata “Şaramfer” a bajarê Sine de ne.

Herwisa roja Sêşemî 16`ê Gelawêjê, Wezareta Îtila`ata hikûmeta Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê bas ji destbiserkirina du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Hûşmend Elîpûr” xelkê bajarê Serdeşt û “Mihemed Ustaqadir” xelkê Seqizê kiribû.