Du bira bûne armanca gulleyên endamekî Spaha Pasdaran

15:35 - 25 Nîsan 2018
Ajansa Kurdpa: Yek ji destûpêwendiyên hikûmetê du hevwelatiyên Kurd yên xelkê gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê dane ber gulleyan.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, yek ji destûpêwendiyên hikûmeta Îranê ku, serhengê Spaha Pasdaran a bajarê Merîwanê ye, gulleyan bi ser du hevwelatiyên Kurd yên xelkê gundê “Nê” a girêdayî bajarê Merîwanê direşîne, ku her du jî bira bûne, û encama vê gullereşandinê jî birîndarbûn û kuştina wan du birayan li pey xwe aniye.

Nasnameya wan du birayan wiha ye, “Hacî Letîf Nîkpey” û “Osman Nîkpey” û herwisa nasnameya bikûjê wan jî “Kawe Konepoşî” serhengê Sapaha Pasdaran hatiye ragehandin.

“Kawe Konepoşî”, endamê Sapaha Pasdaran e ku, bi çeka Spaha Pasdaranê teqe li wan her du biryan kiriye, û piştî kuştin û birîndarkirina wan du hevwelatiyan, êrîşî ser mala Hacî Letîf kiriye û mala wî şevitandiye.

Ev bûyerane li ser sêriya bêhzîstî a Merîwanê de çê bûye.

Nûçegihanê Ajansa “Kurdpa”yê, li bajarê Merîwanê ragehandiye ku, piştî vê bûyerê, xelkên bajarê Merîwanê êrîşî ser vî endamê Sapaha Pasdaran dikin, û wî birîndar dikin, lê hêzên hikûmetî navbirî ji cihê bûyerê derbaz dikin.

Li gora gotina nûçegihanê Ajansa “Kurdpa”yê di bajarê Merîwanê de, termê “Hacî Letîf”, ji bo nexweşxaneya “Bo`elî” ya bajarê Merîwanê hatibû şandin, û her di vê pêwendiyê de, şeva derbazbûyî hêzeke zêde ji endamên Sapaha Pasdaran û hêzên înitzamî pêşberiyê vê nexweşxaneyê kom bibûn.

Hêjayê basê ye ku di roja Çarşemî 29`ê Xakelêweyê, çar kes ji endamên malbatekê di bajarê “Dîwanderê” de, ji aliyê yek ji destûpêwendiyên hikûmetê ve hatibûne kuştin.