Du berhemên berê yên edebiyata Kurdî hatin weşandin

19:14 - 14 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hemû çîrokên du helbestvanên navdar ên Kurd ji aliyê du lêkolînerê Kurd ve hatin berhev kirin û bi dore jî bilav bûn.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, weşanxaneya “enistîtûya” kultura Kurdî li Silêmanî a Başûrê kurdistanê, dest bi çap û bilav kirina du berhemên bi nirx ê helbestvan Elmasxan Kenduleyî û Mela Nûr’Elî Kûlyayî kirye.

Berhemên wan du helbestvanê sedsdala 12’an a Koçî bi zimanê Kurdî (zaraweya Hewramî) ne ku bi mijareke çîrokî hatiye nivîsîn.

Berhevoka“pisîk û mişk” berhema Elmas Xankendûleyî û berhevoka helbestan a bi navê “sultanê kulox” jî berhema Mela NûrElî Kûlyayî ye.

\"23603.jpg\"
Mihemed Reşîd Emînî pêştir pirtûka “Gulzar Oraman” û dîwana mîrza ebdulqadir weşandiye.
Berhev kirina wan du berhemên hunerî û nûjen kirina wan, Muhemed Reşîd Emînî û Karwan Osman Xeyat bi stu girtine û weşanxaneya Enistîtoya kultura Kurdî li Silêmaniyê jî yê weşana wan bike.

Mîrza Serheng Elmas Xan Kurdistanî, helbestvan û serdarê Sipaha Nadir Şahê Efşar bûye û berhevoka helbestan ya ‘Pisîk û mişk” ku 213 rêz e û di du beşan de hatiye tomar kirin berhema wî ye ku derbareya şerên nadir şah de ye.

Nav birî bi rîwayetekî li sala 1780’ê an a zayînî koça dawiyê kiriye û di quntara çiyayê “Pîrafte” hember gundê Kindole ê ser bi devera Dînor hatiye defin kirin lê îro cihê weşarina wî ne kifş e.