Dr. Necat Ebdulla: bo Beşdarbûn di Konferansa Zimanê Kurdî de Mercên Zanistî Ên Me hene

21:57 - 3 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Biryar e li heyva Befranbar de an de heyva Destpêka sala Zayînî de Duyemîn Konferansa Zimanê Kurdî ji aliyê Wezareta Rûjinbîrî û Gencên Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve li Bajarê Hewlêrê bê li darxisti.

Dr. Necat Ebdulla Sekreterê Akademiya Kurdî li ser Wê Warê ji Kurdpa re dibêje: bo Beşdarbûn di Konferansa Zimanê Kurdî de Mercên Zanistî Ên Me hene nemaze ji: Civînek li hev bê bona Nivîsên ku ji Konferansê re digêjin, Bên Tiwîjandin û Vekolîn li serkirin. Basên Kêlekînî neyên kirin û Pirsgirêkên Îroyînî Ên Zimanê Kurdî Bêne ber bas. Ev Kesên Tên gazîkirin jî, Pisporên Ziman bin.

Ebduula Sebaret Viya ku her Biryarek bê dayîn li ser zimanê Kurdî li ser Milên Akademiyayê ye lê Çi ma niha Wezareta Rojinbîrî Wê Konferansê li hev tîne, bersiv dide: Muxabin Wezareta Derveya Herêm Zanistiyane naxebite û karên ku ne erkî wê ye dike.

Sala bihorî û li rojên 29’ê Gelawêj heya 1’ê Xermanana 1390’ê wate 19 heya 22’ê Septambera 2011’an bi Beşdariya zêdetir ji 250 kes ji Mamusta û Pisporên Zimên, bi Duruşma Ziman Nasnameya Netewe ye, Konferansa Zimanê Kurdî hat bi rêve çoyîn ku 14 Encamên Wê hebûn.