Dozgeriya Nîşabûrê nehêla konserta Şehram Nazirî bi rê ve here

21:33 - 29 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Amadekarê konserta Şehram Nazirî ragehand, ku digel gefxwarina dozgeriya Nîşabûrê, birêvebirina konserta Şehram Nazirî hate hilweşandin.

Li gora gotina navbirî dozgeriyê ragehandiye ku hekî ew konsert bê lidarxistin, emê Şehram Nazirî bixwe ceza bikin.

Herçend du hefteyan berî niha jî konserta Şehram Nazirî di Nîşabûrê de hate hiloşandin (batilkirin), lê wê demê sedem bêserûberiya di amadekariyan de hatibû ragehandin.

Hefteya borî jî, di bajarê Îsfehanê de, rejîmê nehêla ku stranbêjên jin, di konserta navbirî de beşdar bin.

Şehram Nazirî derheq zext û givaşa li ser karê xwe yê hunerî de ragehand: “Min sê rê li pêşiya xwe hene, yan dibe dev ji karê hunerî berdim, yan dibe welat bi cih bihêlim, yan dibe li dijî wan zext û givaşan şer bikim, lewra min riya sêyem hilbijartiye”.

Di hefteyên borî de, dozgeriya Nîşabûrê, konserta Kêyhan Kelhor jî hilweşandibû.

Sala borî Hesen Rûhanî serkokmarê rejîma Îranê ragehand ku nabe her nawendek di karê birêvebirina konsertan de destêwerdanê bike, lê Sadiq Larîcanî serokê Dezgeha Qezayî di bersivê de ragehand ku : “Gelo hûn îznê didin ku konserteke reqsê, bi awayekî hevbeş bi rê ve here? Dezgeha qezayî (dadwerî) di hinek bajaran de li ber van kêşeyan konsert hilweşandine”.