DOZA “KCK”’Ê BI KURDÎ TÊ KIRIN

13:14 - 8 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Li Amadê, roja borî rûniştina doza KCKê 59emîn pêk hat.

Li gor rapora TRT6’ê, di doza “KCK”ê de Hatip Dicle bi Kurdî parastin da, Mehmet Emin Aktar jî wergerand Tirkî.

Dema ku parlementerê berê Hatip Dicle xwe bi zimanî Kurdî diparizanî, wekî berê mikrofon girtin.

Gotinên Hatip Dicle jî ji aliyê serokê Baroya Amedê Mehmet Emin Aktar ve hat wergerandin.

Tê zanîn ku nêzî 4 salin, bi Kurdî nêhelin ku parastin were kirin. Lê roja borî sûrprîzek pêk hat û Dadgeran rê li ber parastina Kurdî negirtin.

Piştî runiştinê Emin Aktar rewş nirxand û got, bûyer wek spontane, ji xwe pêk hat Lê ev yeka ne wateya ku bi zimanî Kurdî parastin serbeste.

Berîti ji ber qrîza parastina Kurdî dozên KCKê pêşve nediçûn û tometbaran daxuyandibûn, divê doz bi Kurdî be.