Doseya mafên mirovan a Îranê divê radestî Konseya Ewlekarî vere kirin

13:31 - 23 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Girtiyên siyasî ên zindana navendî a Zahêdan a bi netewe belûç li welatê Îranê, bi belavkirina daxuyaniyeke nivîskî, darvekirina girtiyên Siyasî ên Kurd li zindana Urmiyê şermizar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 12 kes ji girtiyên siyasî li zindana navendî a Zahîdanê bi derxistina daxuyaniyekî, îdamkirina girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê hikûmeta Îranê ve protesto kirin û xwestin doseya wan ku hîmayek ji binpêkirina mafên mirovan e, radestî Konseya Ewlekarî a Neteweyên Yekbûyî vere kirin.

Di beşek li wê daxuyaniyê de xwesteka girtiyên zahîdanê ji rêxistina NY viha hatiye şirove kirin:”Pirsa me ji Neteweyên Yekbûyî û Parêzerên Mafên Mirovan eve? Gelo! Xelkê Îranê dê heya kengî şahîdê wan cinayet û kuştinan be? Em baş dizanin wan darvekirinan, rûçik û cewhera nemirovane û hov ya hikûmeta bi nav Îslam ya Îranê derxist holê ; careke din cinayetek ji hakimên xwînmij, celadên gur ên kevlên mihan de û zalimên hikûmeta dîktator a meleyan, akinciyên Îranê di deryaya kul û xeman de perîşan kirin.

Rûnivîsek ji daxuyaniya nivîskî a girtiyên siysî ên Zahîdanê ku bo ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatiye şandin bi wî awayî ye:

Silav û hurmet
Em girtiyên siyasî ên hepsa navendî a Zahîdanê, tevî mehkûmkirina daliqandina, yek ji wan 17 salî a çend kes ji girtiyên siyasî ên zindana Urmiyê ji aliyê hikûmeta Îranê ve, sersaxiyê hemû xelkê Îranê re dixwazin û wê kiryara hov a hikûmeta Îranê jî şermizar dikin.
Pirsa me ji Neteweyên Yekbûyî û Parêzerên Mafên Mirovan eve? Gelo! Xelkê Îranê dê heya kengî şahîdê wan cinayet û kuştinan be? Em baş dizanin wan darvekirinan rûçik û cewhera ne mirovane û hov ya hikûmeta bi nav Îslamî a Îranê derxist holê ; careke din cinayetek ji hakimên xwînmij, celadên gur ên kevlên mihan de û zalimên hikûmeta dîktator a meleyan, akinciyên Îranê di deryaya kul û xeman de perîşan hiştin.

Dîsa Em bi dilekî pir ji derd û xem, hevderdî û yekgirtina xwe ligel malbata şehîdan ku bi eşq û bi dil benikê darvekinê maç kirin! radigehînin, ji Civakên navneteweyî û Saziyên mafên mirovan dixwezin, ligel şermizar kirina wan îdaman, doseya binpêkirina mafên mirovan a Îranê, radestî Konseya Ewlekarî a saziya Neteweyên Yekbûyî bikin.

Sibata 2015’an (Rêbendana 1393’an a Rojî)

Wajokerên daxuyaniyê:

Mohemmed Emîn Agoşî, Îrec Mohemmedî, Eyûb Rîgî, Ebdul Xenî Gengûzeyî, Şêx Mohemmed Belûç Zihî, Abid Bimporî, Melêk Mohemmed, Hadî, Cabêr û Cewad Abadiyan, Nêzameddîn Mela Zihî û Neîm Behram Zihî.