Dor û bera şarê Ciwanro agir lêket

02:03 - 16 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: yekik ji çiyên tenişta şarê Ciwanro ji aliyê kesên nenaskirî agir hate berdanê û şevitî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotinê kesik jê wir, paşnîroya roja borî de çiyayê “ Maprîs”ê nêzî şarê Ciwanro agir lêhat berdanê û gişt sirûşt û jîngeha vî çiyayî li sedem şevitînê ji naw ço.

Ew agadarê wir bi nûçe gihaniya ragihand, hevdem tev vê agir berbûnê, dezgeha agir temirandinê agadar kirine, lê dezgeha navbirî bi maineya hindê ku maşîn hêza serketin bi cê agir lêketî çinine, çi hewlik bo kontrol kirina vî agirî berbûnê nedan.

Ew xelkê wir bas ji hindê jî kir, her çi ku çiyayê Maprîs rêka maşînê çinine, lê dezgeha agir temirandinê ji şandina karbidestik ji dezgehê bo kontrol kirina agir xwe parast.

Bi gotina wî xelkê wir berpirsên dezgeha jînga şarê Ciwanro ku welatiyik ji Kurdê xelkê “ Şa Abad” a ser bi parêzgeha Kirmanşane, li kontrol kirina vî agir ketinê de pişkdar bûye.

Gotiniye ku ev agir ketina heta derengî şevê domandiye û aliyik berpan ji siruşt û darên vî çiyayî ji naw çone.
\"15341.jpg\"