Doma wergirtina Pere ji Qutabiyan

13:07 - 13 Adar 2013
Ajansa Kurdpa : Berpirsên Qutabxaneyên bajarê Bokanê bi eger û hincetên cûr bi cûr pere ji xwendevanan werdigirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, karbidestên xwendingehên bajarê Bokanê bi xwendevanan ragehandine ku piştî bêhnvedana Newrozê divê her xwendevanek 10 heya 100 hezar timen pere bi xwendingehê biden.

Malabatên wanxwendekaran eşkere kirine ku nikarin wî pareyî bidin û li destpêka salê heya niha çendîn car bi egerên cûr bi cûr pere bi xwendingehan dane .

Ji aliyek din çend rojan beriya niha karbidestên Îdareya Perwerde a bajarê Merîwanê 40 xwendevanên xwendingeha navendî a “Fatima Zihra”a wî bajarî seva nedana perê, li qutabxaneyê hatin derkirin.

Pêştir jî karbidestên xwendingehan li Urmiyê, Saîn Qela, Merîwan, Bane û Şinoyê bi biryara Îdareya Perwerdê bi hinceta dabîn kirina şewat, Xwarin û kelûpelên Xwendingehê pere ji xwendevanan wergirtibûn.