doma bang kirin û girtina lawên Kurd li dewera Pîranşar

23:02 - 22 Îlon 2013
ajansa Kurdpa: bi dû tevhev bûna çend rojên pêş niha de li nawbenda hêzên milîtarî û xelkên avayiyê Qebra Husên li Pianşar, hejmarik welatiyê sivîl hatibûn girtinê û ev rewş her bi dome.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Duşem, 30ê Xermanan lawik 22 salî bi navê “ Mihemed Direxşan” ji xelkê gundê Tirkeş ji aliyê hêzên asayişê hat girtinê û bi ciyik nekivş hat raguhastinê.

Bi gotina kesên wir, hêzên asayişê li dema girtina wî welatiyî de, navbirî dane ber lêdan û kutan û hevdem 4 lawên din ji yên gund bangî dezgeha ewlehiya şarê Pîranşarê kirine.

Ew girtinane li rewşik deye ku roja Sêşem, 26ê Xermanan hejmarik ji hêzên milîtarî-intizamiyên hukûmeta islamiya Îran li şarê Pîranşar bi amanca zewt kirina terşên welatiyan çobûne gundê Qebra Husên û li incam de tevhev bûn û levdan li nawbenda wan hêzane û xelkê de çê bibû.

Li sedem wan tevhev bûna de 4 kes ji hêzên hukûmeta Îranê birîndar bibûn û paşî jî hêzên hukûmî gundê Qebra Husên bi cî hiştibûn û çobûne gundê Tirkeş û bandor xistibûne ser kesên rûniştiyê wir.

Hêzên ser bi hukûmeta Îranê paşî vê qewmayê roja Pêncşem, 28ê Xermananê çobûne gundê Qebra Husên û hejmarik ji rûniştiyên vir girtibûn ku navê yekik ji wan Mihemed Resûlî kurê Xidire zer bû.

Gorekî statistîka tûmar kirî ji sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka heyva Xermanan heya niha 15 welatiyên Kurd ji herêmên cida-cidayên Kurdistan ji aliyê hêzên asayişî-intizamiyên hukûmeta Îranê hatine girtin.