Doma bandor xistina hêzên milîtarî ser welatiyên Kurd

13:02 - 15 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îranê li yekik ji gundên dewera Merîwan, hejmarik Motor sîklêt û satelayt û dîşên welatiyan zewt kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Duşem, 22ê Befranbar (12ê Kanûna Duê-12ê January), hêzên intizamiya hukûmeta islamiya Îranê çone gundê “Cane Were”a ser bi şarê Merîwan û xêncî bêhurmetî kirin bi welatiyan, dest bi kom kirina satelayt û dîşên welatiyan kirin.

Yekik ji xelkên vî gundî bi raportêrê Kurdpa ragihand; 2 Motor sîklêtên xelkê gundê Cane Were jî ji aliyê wan hêzan hatin zewt kirinê.

Serekaniya nûçê ew jî got: hêzên intizamî beyî hukmê dadgehê û derfeta xwedî malan, naw malan ketin û malên wan wekolan.

Bandora hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê ser welatiyan li rewşik deye ku Hesen Rohanî li dema rifrandoma serkomariyê de basa hindê kiribû ku,” pêwîste rewşik bê afirandin ku welatî bi forma yekpar behre ji teknolojî û pêşketinên modern û wekirina çandê û sosyal û aborî werbigrin”.

Her wisa li pişkik din ji qewl danande ragihandibû; “ cîhan li rewşa pêşketinan deye, lê em heya niha jî li naw pirsgirêkên biçûk de mane û pêwîste bo gihîştin bi pêşketinan hewlên xwe bidin”.

Serwey hemû wan qewlên Hesen Rohanî ser wekirina rewşa polîtîk û sosyal li welatê Îran, prosa bandor û girtina xebatkarên polîtîkî û sosyal û her wisa bi sêdaredana welatiyan bi berewird tev dewleta Ehmedî Nijad de çi guhirînik bi xwewe nedîtiye.