Doma agir berdana xweza û daristanên Kurdistanê

13:35 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Bûyera agir girtinê li hermên Merîwan û Newsûdê rûberekî berçav ji daristan û zozanên herêmê linav birin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwar 18’ê Tîrmeh, seva agir kevtinê parek ji berhemên genim û ce yê welatiyên gundê “Başmaxê”a Merîwanê dinava agir de şewitîn.

Welatiyan bilav kirin ku agirê han pitir ji 20 hekitar ji genim û ce yê welatiyan şewitandiye û piştî çend demjimêran ji aliyê çalakên jîngeparêz û welatiyên herêmê hatiye kontrol kirin.

Ji aliyek din û her di wê rojê de zozanên gundê “Derekê”û derdora vê li herêma Sewlava dinava agir de şewitîn.

Her wiha çend şahidan roja Çarşemiyê berwar 16’ê Tîrmeha 2013’an ragehandin :Hêzên Întizamî yên dewleta Îranê cêhgir li pasgeha “Dûav”ya ser bi bajarê Newsûdê agir berdana darstanên wî gundî û piştre agir bo daristan û zozanên çiyayê “Hala Dişe” û “Kele Qendî” kêşa û herêm bo heyamê 2 rojan dinava agir de şewitî û li dawiyê de bi xebat û hewila welatiyên gundê “Dişe” û “Hîrvê”ya ser bi bajarê Pawê hate kontrol kirin.

Tê zanîn ku agirê han pitir ji 25 hekitar ji daristanê herêmê linav biribin.

Berê jî roja Sêşemiyê berwar 16’ê Tîrmeh, hêzên Întizamî yên cêhgir li sînorê “Şoşmê”agir berdana daristanên çiyayê “Sonê”li derdora bajarê Newsûdê û ziyanek berçav ji daristanên herêmê dan.
\"14062.jpg\"

\"14064.jpg\"

\"14063.jpg\"

\"14061.jpg\"

\"14065.jpg\"

\"14060.jpg\"

\"14069.jpg\"

\"14066.jpg\"

\"14068.jpg\"

\"14067.jpg\"