Doam protestoya karkerên şirket(koprativ)a Zagros û daxistina 1/3 fabrikeyên Kurdistanê

21:45 - 19 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: hevdem tev kombûna lêjna bi dûketin ûçareser kirina pirsgirêkên dezgeha kar li şarê Quwe, karkerên şirketa Pola ya Zagros, ber derê vê dezgehê, kombûna protesto kirinê anîn pê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, paşnîroya roja Çarşem, 28ê Cozerdan, 18 June 2014, lêjna bi dûketin ûçareser kirina pirsgirêkan ya ser bi dezgeha kar li şarê Qurwê, tev nûnerên karkerên şirkrta Pola ya Zagros, kom bûn.

Kombûna roja borî ya lijna bi dûketin ya dezgeha kar li şarê Qurwê, tev nûnerên karkerên şirkrta Polaya Zagros, ser derxistina karkeran û daxistina vêşirketê ji aliyê xwediyêşirketê de, bi rêço, ku hevdem, karkerên vêşirketê, ber derê dezgeha kar de kombûn.

Pêştir jî karkerên vêşirketê, li 29ê Banemer de, bi nîşandeka protesto kirina ji kar derxistin û paş ketina karmiza xwe, protestoyik li naw şarê Sinê de bi rê birin ku, li incam de li 22ê Cozerdan de , xwedî kar, karmiza paremaya wan karkeran da.

Malpera yekitiya azada karkeran li vê barê de weşandiye; Ceifer Ezîm Zadê ku tev nûnerên din yên karkeran li kombûnê de pişkdar bibû, ji aliyê hêzên êminiyê de kete naw astengên wan û li sedem protestoya karkeran de, ew bi neçarî derfeta pişkdarî kirina vî xebatkarî dan.

Vê serekaniyê ew jî got: li vê civînê de nûnerên karkeran, pêdegirî ser vê hindê kirine ku xwediyêşirketê ku bi amanca derxistina karkeran û bêkar kirina wan, şirketa xwe daxistiye û nûnerên karkeran, daxwaza bi dûçon û ziwirandina karkeran bo ser kar bûn.

Ji aliyik din de Ebbas Seferî, li hevpeyvînik de tev nûçe gihaniya KarêÎran de, bas ji daxistina 1/3 fabrika ûşirketên parêzgeha Kurdistan kiriye, ragihandiye, parêzgeha Kurdistan nagihîştiyê vê astê ku bikare potansiyêla kar, bi kar bigire.

Ev xebatkarê karkerî, ew jî got: pêwîste qerebû(jobran kirin)a paşketina ekonomik, nehiştina pirsgirêka bêkarî, nehiştina hejariyê bê kirin û hevdem, şan bi aliyê ekonomîk û bilind kirina asta asayiş li parêzgeha Kurdistanê bê dan.