Dixtorekî civaknas li bajarê Sine dawî bi jiyana xwe anî

15:09 - 22 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Civaknasekî Kurd yê xelkê bajarê Sine, bi sedema givaşên derûnî, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 31`ê Pûşpera 1398`an, “Dr.Şivan Kerîmî” kurê Îzetula, rûniştiyê kolana Axe Zemanî ya bajarê Sine, xwediyê bawerînameya Dixturiya civaknasiyê, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî çavkaniyeke agehdar ku di vê derheqê de daye xûyakirin, wî civaknasî Kurd bi sedema betaliyê dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gorî gotina wê çavkaniyê, wî civaknasê Kurd, digel dayîk û bavê xwe jiyana xwe derbaz dikir, û bi sedema arîşeya betaliyê ku pisîra civaka Îranê girtiye, xwe bidarvekiriye.

Bi awayekî giştî, sedema bilindbûna xwekujî di nav xwendekaran de, di asta bilind a civakê de dizavire bo kirîza nasnameya xwendekarên bilind, ên wekî, betalî, xemokî û pirsgirikên xemsarî, rastî madeyên hişber hatine.