Dîwandere/ Zext û giwaşa hêzên Îttlatî bo ser malbata çalakek siyasî yê Kurd dom dike

14:11 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Malbatên çalakên soyasî yên Kurd li herêma Dîwanderê li berbiniya çiyayê “Çil Çeme”, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê rûbirûyê zext û giwaşan bûn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa û bi gotina çavkaniyek haydar, li heyamê çend heftiyên bihûrî de malbata çalakên siyasî yên Kurd û akinciyê gundên “Bist”, Derevezan” û “Dere Gawan” ya ser bi bajarê Dîwanderê ku zarokên wan endamên Partiyên Kurdistanî ne, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatine gazî kirin û lêpirsîn ji wan hatiye kirin.

Hêzên Îttlatî li bajarê Dîwanderê li her heftiyekê de 2’ caran malbatên wan çalakên siyasî gazî Îdareya Îttlatê dikin û ew yek bûye sebebê dilgiranî û nerazîbûna welatiyên herêmê.

Bi gotina çavkaniyê,ew reftara hêzên Îttlatî li demekê deye ku gundên derdora çiyayê Çil Çeme pitir ji 90’ kîlomêtran li bajarê Dîwanderê dûrin û karê han tenê jibo çêkirina zext û giwaşê bo ser wan malbatane tê encam dan.

Heyamek beriya niha li çiyayê Çil Çeme yê bajarê Dîwanderê şer û pevçûnek leşkerî di navbera hêzên Sipaha Pasdarên Îranê û endamên Partiyek Kurdistanî çêbû.