Dîwandere/ Şanoya agahdarkirina hemwelatiyan li ser madeyên hişber+Wêne

18:30 - 3 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Bi karanîna û tûşbûn bi madeyên hişber, dilgiraniya Kurdistaniyan û çalakvanên Kurd bi pey xwe anî. Hejmarek çalkavanên hunerî bo nîşandana nigeraniya xwe, karekî hunerî lidar xistin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek ji şanokar û çalakvanên bajarê Dîwandereya rojhilatê Kurdistan, bo nîşandana zirarên madeyên hişber û malvêraniyên ku bi xwe tîne, karekî hunrî li çarçoveya şanoyê de lidar xistin.

Encûmena Şanoya Dîwandereyê bi alîkariya îdareye Parastina kêmendaman a wî bajarî, li 30 gundên derdora Dîwandereyê, karekî hunerî birêve birin û zirarên madeyên hişber dan nîşan dan.

Mohemmed Selîmî, Husên Muradî, Şoriş Salihî, Aram Behmenî û Nasir Kerîmî, ji birêveberên serke ên wê şanoyê tên hejmartin.

Hejmara kesên li rojhilatê Kurdistanê madeyên hişber bikartînin, roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçe ku diegera hişyar nekirina hemwelatiyan li ser zirarên wam madeyên malvêran, ciwan ê ber bi jinav çûnê ve herin.

Gorî raportên ku gihîştinî ber dest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek berçav ji akinciyên gundên derdora Seqiza rojhilatê Kurdistan, ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve tûşî madeyên hişber bûne.

\"24524.jpg\"

\"24526.jpg\"

\"24525.jpg\"

\"24529.jpg\"

\"24528.jpg\"