Dîwandere/ Dîsa bûyereke xwekuştinê li Kurdistanê

14:17 - 15 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Kirîza abor û civakî herwiha zextên siyasî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, bi awayekî hemwelatî xistine bin givaşan ku tu riyeke dilxweşbûn bi jiyanê bi wan re nehîştin e. Keçeke ciwan a Dîwandereyî bi agir berdan bi leşê xwe, dawî bi jiyanê anî.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan keçeke ciwan bi navê Şîrîn Bîglerî a 22 salî ku rûniştiya gundê “Qirdere”ê ser bi Dîwandereya rojhilatê kurdistanê bû, leşê xwe agir pêxist û piştî çend roj li nexweşxaneyeke bajarê navborî, jiyana xwe winda kir.

Heya niha sedemên xwe kuştina wê keça Dîwandereyî bo ajansa Kurdpa nehatine zelal kirin.

Lêkolînerên mafên jinan ser vê baweriyê ne ku kuştin û xwe şewitandina jinan li Kurdistanê bi sedema rewş hakimiyeta serdestiya mêr û tepeserkirina jinan tê encam dan, her wiha sînordarkirina azadiya jinan li Kurdistanê û Îranê ji sedemeke din a wê bûyera nexweş didin zanîn.

Ew çalakvan her wiha nebûna navendên taybert ên bijşkên derûnî û yên ku alîkariya kesên nexweşên derûnî bilkin, sedemeke xwekuştinan didin destnîşan kirin. s