Dîwandere/ Devsa tiliyên mamosta li ser rûyê xwendevanekî

14:28 - 31 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Tevî vê yekê ku hînkirina xwendevanan li welatê Îranê bi başî bi rêve naçe, lêdan û kutana hînberan jî pirsgirêkên wan li rojhilatê kurdistanê zêdetir kiriye.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, midûrê dibistaneke bajarê Zerîne ê ser bi Dîwandereya rojhilatê Kurdistanê, bi lêdana sîleyên bi tund, ruyê xwedevanekî dibistana navendî a wî bajarî reş û şîn kir.

Ew kiriyara neyasayî û dijmirovane ya wî mamostayî, bertekdana tund ya torên civakî ên Kurdistanê bi pey xwe hişt.

Lêdan û kutana wî xwendevan ê Dîwandereya rohjhilatê Kurdisytanê, sêşemiya hefteya borî hate holê.

\"24454.jpg\"
Tenbî û şîreta xwendevanan li Îranê bi awayekî lêdanê
Gorî raportan kesê ku ew xwendekar bi riya lêdanê şîret kiriye birêveberê dibistanê ye û nasnameya wî “A.F”hatiye ragihandin.

Pêştir (beriya niha bi mehekî) li Sineya rojhilatê kurdistanê jî xwendevanek bi sedema li xwe nekirina kincên werzişî, bi tundî ketibû ber derbên lêdana mamostaya jin dibistaneke wî bajarî.
Qewimîna van haletên tund ên lêdan û kutana xwendekaran di demekê de ye ku gorî yasaya biyavên perwerde û hînkirina hikûmeta Îranê, lêdan, kutan û eziyet kirina leş li yasaya wî welatî de hatiye qedexe kirin.

Beriya niha bi çend salan “YNSF” eziyet kirina leş û ceste a zarokan li welatê Îranê erê kiribû.

\"24459.jpg\"