Dîwandere/ 2 Endamên Sipaha Pasdarên Îranê hatin Kuştin

13:16 - 24 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Li encama pêkdadana çekdarî li çiyayê “Çil Çeme”ya Dîwanderê 2 endamên Sipaha Pasdarên Îranê bi destê çend kesên çekdarên nenaskirî hatin kuştin û birîndar kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa û bi gotina çavkaniyek cihê baweriyê, êwariya roja Şemiyê berwar 22’Hezîrana 2013’an ,2 endamên Pasdarên Şoreşa Îranê binavên “Esed Husêynî” xelkê gundê “Qucik”a ser bi bajarê Dîwanderê û “Nasir Beygî”xelkê gundê Şerîfawa ya ser bi bajarê Dîwanderê û akinciyê bajarê Seqizê li encama pevçûnek çekdarî de bi destê çend kesên nenas hatin kuştin.

Li encama vê pevçûnê de 2 endamên din yên Sipaha Pasdarên Îranê birîndar bûn û rewşek ewlekariyê li ser herêmê de hatiye bicih kirin û hêzekî zaf ya Sipahê li bajarê Dîwanderê hatiye bicih kirin.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê çi alî û navendên nizamî yên Îranê nûçeya kuştin û birîndar bûna wan 4 kesan piştrast nekirine.

Her wiha çend rojan beriya niha li bilindahiyên çiyayê “Nêwe Kêl”û “Helalawiye”li pişt gundê “Mêrge Pîrkê” ya herêma Rebet a ser bi bajarê Serdeştê di navbera hêzên nenas û Pasdaran de şer û pevçûn çêbû û 2 Pasdarên Îranê binavên “Heme Xan û Kamli Şemsî” kurê Hecî Ehmedî Nêzê hatin kuştin.