Dîwan a Bilind ya welat dosiya girtiyên gundê “Qereseqel”ê lêkolîn dike

15:31 - 24 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Dosiya girtiyên gundê “Qereseqel” a ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê taya 47 a Dîwana Bilind a welat ve tê lêkolînkirin.

Li gora rapora gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, dosiyeyên “Hidayet Ebdullahpûr”, “Hasil Ezîzî”, “Mihemedzahir Feramerzî”, “Kemal Mesrorî” û “Cemal Mesrorî” ji bo lêkolînê ji Dîwana Bilind ya welat re hatine şandin.

Çavkaniyeke haydar tevî piştrastkirina vê nûçeyê ji Ajansa “Kurdpa”yê re gotiye ku: “Dosiyeyên van girtiyan di taya 47 a Dîwana Bilind a welat de lêkolîn jê tê kirin, û Şêvra Ewlehiya Neteweyî jî wê derheqê wan dosiyan de wê biryarê bide”.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Berpirsayetiya taya 47 ya Dîwana Bilind a welat, “Seyîd Ehmed Tebatebayî” û cihgêrê wî “Seyîd Salih Secadî” dikin.

Di meha Befranbara sala 1396`an de, dosiya tometbarên gundê Qereseqelê piştî binpêkirina mafê wan ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve careke din ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreşê ya bajarê Urmiyê lêkolîn jê hate kirin, û tohmetbarên wan dosiyeyan dîsan hatine cezadan, û li gora cezayên ku hatine dan, “Hidayet Ebdullahpûr” kurê “Ebûbekir” cezaya îdamkirinê bi ser de hatiye sepandin, û “Hasil Ezîzî” kurê “Îbrahîm” 20 sal cezaya hepsa te`izîrî, “Celal Mesrorî” kurê “Mewlûd” 15 sal hepsa te`izîrî, “Kemal Mesrorî” 10 sal hepsa te`izîrî, “Mihemedzahir Feramerzî” 20 sal hepsa te`zîrî, û “Sidîq Baîkram” jî bêtawan hatiye naskirin.

Dadgeha şoreşê a bajarê Urmiyê ew heft hevwelatiyên Kurd yên xelkên gundê Qereseqel a girêdayî bajarê Şinoyê bi tometa alîkarîkirin digel yek ji partiyên opozisyon yên hikûmeta Îranê ceza dane.

Di meha Cozerdana sala 1395`an, şer û pevçûn di navbera pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, û Sapaha Pasdaran, di gunêd “Qereseqel”ê de derketibû, û di vî şerî de şeş pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê şehîd bibûn, û hejmarek ji hêzên Sapaha Pasdaran jî hatibûne birîndarkirin û kuştin.