Dîtin û firotina mayînan bo bijêwa jiyanê, du hevwelatî kirin qurbanî

21:40 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2017
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyên Kurd bo dabînkirina bijêwa jiyana xwe, rû li komkirina mînên bi cih mayî ên şerê heşt salî ê Îraq û Îranê dikin, û bi vê sedemê ve du hevwelatî bûne qurbanî.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Kurdpa, roja Yekşemiyê 1`ê Gelawêjê du ciwanên Kurd, li ser sînorê bajarê Mêhran, di dema komkirina mînên bicihmayî û derxistina çaşniyên wan, bona firton û dabînkirina bijîwa jiyana xwe, mîneke bi cih mayî di destên wan de diteqe, û jiyana xwe ji dest didin.

Herçend nasnameya wan nehatiye eşkerekirin, lê tê gotin ku navgîna temenê wan 18-30 salî ye.

Wan du hevwelatiyan bi kolana erdên bi mayînan çandî, paşmayiyên şer wekî gulle, têldirû û çaşniyên wan bi nirxeke kêm difirotin.

Ew her du hevwelatî bi qasî 1 km çûbûne nava xaka Îraqê de, da ku paşmayiyên şer ji xwe re peyda bikin.

Serbarê vê ku di vê derheqê de çalakên medenî hişyarî dane, lê dîsan jî gellek hevwelatî rû li vî karî dikin, û encam jî, kêmendambûn û jiyan jidestdana wan bûye.

Îran heya niha jî amade nebûye ku peymana Otawa îmze bike, ew peyman dewletan erkdar dike, ku piştî derbazbûna deh salan bi ser şer de, zewî û navçeyên şerlêdayî ji mayînan û alavên şer paqij bikin.