Dîsan kolberên Kurd hatne kuştin û birîndarkirin

21:24 - 12 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Sê kolberên Kurd, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, di deverên cuda yên li ser sînorên bajarên Kurdistanê de, hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 20`ê Xezelwerê (11`ê Çiriya Paşîn), kolberê Kurd yê bi navê “Xalib Kuyîk” xelkê gundê “Dizewend” a girêdayî bajarê Merîwanê, li ser sînorê wî bajarî bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd digel komek ji kolberên din rastî bosyeya hêzên lekerî yên hikûmetê hatibûn, û bûne armanca gullereşandina wan.

Termê wî kolberê Kurd, êvariya roja borî, bo nexweşxaneya “Bo`elî” a wî bajarî hatiye veguhastin.

“Xalib Kuyîk” xêzandar e û xwdiyê zarokan e.

Ji aliyekî din ve, komek ji kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Urmiyê jî, bi bê hişdarîdana pêştir a ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve, ew rastî gullereşandinê hatine, û di vê bûyerê de jî, kolberê Kurd yê bi navê “Mahir Şînî” temen 28 salî û kurê “Usman” xelkê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, bi dijwarî birîndar bûye, û bi sebeba kûrahiya birîna wî kolberî, rewşa giştî ya wî xirab hatiye ragehandin.

Ew kolberê Kurd bo çareseriyên pîzişkî bo navendên Tendrustiyê yên bajarê Urmiyî hatiye veguhastin.

Her di vê pêwendiyê de jî, komek ji kolberên Kurd yên li devera “Şipîran” a girêdayî bajarê Selmasê, rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê haitbûn, û di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê de jî, kolberê Kurd yê bi navê “Mihemed Welîpûr” kurê “Hesen” birîndar dibe.

Wêne : Xalib Kuyîk