Dîsan kolberekî Kurd bo armanca gulleyên hêzên leşkerî

18:53 - 17 Şibat 2019
Ajansa Kurpa: Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, hate kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 27`ê Rêbendanê, kolberê Kurd yê bi navê “Bextiyar Hesenî” kurê Ehmed xelkê gundê “Bilesen” ya girêdayî bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rastera ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Hengecal” ê hate kuştin.

\"\"Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agadar kirina pêştir, teqe ji wî kolberêKurd kiribûn, û di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê, ew kolberê Kurd cane xwe ji dest da.
Hêjayî basêye ku, ew kolberê Kurd xîzandare.

Her di vê derheqê de, di heyama rojên borî de, kolberekî din yê Kurd yê bi navê “ Osman Mamhesen” kurê Kerîm xelkê bajarê Pîranşaê, bi sebeba gullereşandina rastera ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Pîranşarê hatibo birindar kirin.

Ew kolberê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê bo çareseriyên pîzişkî bo nexweşxana bajarê Urmiye hate veguhastin.